Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Derheqa Alîkarîya bo HDP’ê Dibe Sedema Nîqaşan


Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ya Tirkîyê di 19 vê mehê de daxwaza serdozgerîyê ya ser rawestandina alîkarîya xezîneyê ya jibo Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) red kir.

Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk dijî wê biryarê derket û got ku ev biryar wê rê ji qelsîyê re veke.

“Dadgeha Qanûna Bingehîn bi vê biryarê gaveke wisa avêt ku di warê tedbîrên ku dijî terorê werin girtin wê qelsîyê çêke.”

HDP’ê ji xezîneya dewletê jibo hilbijartinê 600,343,000 lîra sitandibû.

Serdozgerîya Komarî jibo 400,228,000 lîrayên zêde, ku jibo sala hilbijartina hatine dayîn, daxwaza tedbîrgirtinê kiribû. Lê, Dadgeha Qanûna Bingehîn ew daxwaz red kiribû.

Wezîrê Darayî û Xezîneyê Mehmet Şîmşek derheqa pirseke ser wê mijarê got ku ew li ser mijarê dixebitin.

Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî jî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn bi tundî rexne kir.

“Ez wan bi tundî şermezar dikim. Bila Dadgeha Qanûna Bingehîn ji boçika Qendîlê veqete.”

Li ser vê biryara dadgehê pispor û şîrovekarên sîyasî jî bûne dû beş.

Şîrovekarê sîyasî Suat Ozçelebî rexneyên dijî biryara dadgehê di cîh de nabîne.

“Jibo partîyeke sîyasî û qanûnî, daxwaza alîkarîya diravî wek tedbîreke li hember terorê bi nav kirin, bi rastî dijî demokrasîyê ye û hevgirtina destûrî de jî ne rewaye.”

Lê, zanistê sîyasî Furkan Kaya rexneyên heyî di cîh de dibîne.

“Ev alîkarîya diravî ji bacên gelê me tên dayîn û HDP dijî netewa me ye. Kar û barên wê ewlekarîya Tirkîyê tehdît dike. Lê, dîsa jî biryara dawî wê dadgeha bilind bide.”

Hiqûqzan di vî warî de rexnê wezîr û sîyasetvanan di cîh de nabînin.

Parêzer Îsmet Îyîgun bawer dike ku rexneyên wiha bawerîya ser sîstema dadwerîyê lawaz dike.

“Dema kesên beşeke rêvebirinê daxuyanîyên wiha didin, ew yekser hevsengîya sîstema demokratîk xira dike. Ne pêkan e ku em daxuyanîya Omer Çelîk di çarçoveya demokrasîyê de bibînin. Ev daxuyanî zararê didin servixwebûna sîstema dadwerîyê.”

ED_22_06_2023_HDP_Nîrxandinn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG