Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî Û Demokrat Danûstendinên Xwe Berdewam Dikin Berî Beşekî Hikûmeta Fedral Bihê Daxistin


Di dema ku hêjî sîbera gotinên Serok Trum yên bêrêzkirina Welatên Efrîqa li ser Kongrresê heye, endamên Kongiresê hewil didin, rêkeftina herdu partiyan li ser yasayên penaberiyê bi parêrêzin, heta roja Înê, eger ew yek pêk neyê dibe ku, hinek saziyên Hikumeta Fedral bên daxistin.

Senatorê Komariyan yê eyaleta South Carolina "Lindsey Graham" bang li Serok Trump kir û got "Cenabê Serok vê rêkeftinê bidawî bîne".

Hêvî hene ku, kongires dengî li ser rêbaz û qanûnên penaberiyê bide wek beşek ji rêkeftina herdû partiyan bo pejirandina berdewamiya xerciyên hikumetê. Bernivîsa ku, par endamên herdû partiyan pêşkeş kir bû, ew bernivîs dê biryarder be li ser siberoja bi sedan hezar penaberên xûrt yên dema zaro bûn bi daybabên xwe re û bi rêkên ne yasayî hatine nav axa Amerîka û weke plana DACA tê naskirin.

XS
SM
MD
LG