Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îspanya Dijî Puigdemont Bertekên Tund Nîşan Da


Hikûmeta Îspanya ser îmzakirina belgeya derbarê serxwebûnê, dijî Serokê Katalonya Carlos Puigdemont bertekên tund nîşan da.

Cîgirê Serokwezîrê Îspanya Soraya Saenz dîyar kir ku Puigemont "nizane li kû ye, ber bi kû ve diçe û dixwaze bi kê re here"

Puigdemont piştî îmzakirinê dabû zanîn ku wan peyvajoya serxwebûnê rawestandîye.

Wezîrê Derve yê Îspanya Alfonso Dastis dîyar kir daxuyanîya Puigdemont "hîle" ye.

"Em qebûl nakin, hin Katalan, li ser navê hemî Îspanya biryarê bidin" Dastis got.

Li ber e, civata wezîrên Îspanya îro bi awayekî awarte bicive.

XS
SM
MD
LG