Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Berwext ya Tûnisê Kombûna Yekê Dike


Hikûmeta Berwext ya Tûnisê Kombûna Yekê Dike
Hikûmeta Berwext ya Tûnisê Kombûna Yekê Dike

Hikûmeta berwext ya nû ya Tûnisê bo cara yekê kom dibe, piştî ladana Serokê berê Zeynel Abidîn Bîn Alî hefteya borî.

Hikûmet îro Pêncşemê kom bû li ser hindê re ku xwenîşandan berdewam in bo dîyar kirina nerazîbûna xwe beramberî hikûmetê ku ji wezîrên nêzîkî serokê ladayî hatiye pêk anîn.

Ajansa Peyaman ya Frensî dibêje, cuda kirina dewletê ji partîya desthilatdar û lêxweşbûna giştî babetên serekî yên kombûna roja Pêncşemê bûn.

Di heman demê de, hêzên parastinê li Tûnis, bo hişdarîyê teqe li xwenîşanderan kir, ku li derveyî bingeha partîya serokê berê Bîn Alî kom bibûn.

Xwenîşandanên mezin her wiha li bajarokên Gafsa û Kef hatin kirin.

XS
SM
MD
LG