Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tûnisê Behîya Sê Rojî Destpê Dike


Li Tûnisê Behîya Sê Rojî Destpê Dike
Li Tûnisê Behîya Sê Rojî Destpê Dike

Hikûmeta demkî ya Tûnisê biryara behîya 3 rojî da, jibo dehan kesên ku di xwepêşandanan tê hatibûn kuştin.

Di xwepêşandanan de bi kêmî ve 78 kes ji meha 12 Berfanbarê vir ve hatibûn kuştin ku di dawîyê de Serokê wî welatî Zeynel Abidîn Bîn Alî posta xwe berdabû.

Hikûmeta demkî roja Pêncşemê ragihand ku xwendîngeh û zanîngeh dê heta hefteya pêş girtî bimînin.

Hikûmeta nû her wiha jibo hemî girtîyên sîyasî lêxweşbûneke giştî (efûyeke giştî) derxîst û pênasînê bi partîyên sîyasî yên qedexe kir.

Daxuyanî rojeke piştî xwepêşandanên li paytaxt Tûnis û bajarên din yên serekî hat, ku xwenîşandêr daxwaz dikir ku wezîrên ji Partîya RCD ya Bîn Alî dest ji kabîneya nû berdin.

XS
SM
MD
LG