Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijatrinên Sîstema Fedralî ya Bakurê Sûrîyê Tên Paşxistin


Hilbijartin li Rojava - Bakurê Sûriyê
Hilbijartin li Rojava - Bakurê Sûriyê

Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan qonaxa 3'yê ji hilbijatrinên sîstema Fedralî ya Bakurê Sûrîyî jibo demeke ne dîyar paş xisitn.

Ev hilbijartin biryar bû di 19'ê vê meh de pêk bihatana, jibo hilbijartina meclîsên herêmên Bakurê Sûrîyê û Kongireya Gelan ya Demokratîk .

Derbarê sedemên paşxistinê, endamê Komserîyê Lezgîn Kor axivî: "Tê zanîn ku me berê hilbijartinên qonaxa 2'yê ji 3'ê meha Mijdarê ta 1'ê meha Berfanbarê paşxist bûn, loma derengî kete qonaxa 3'yê".

Lezgîn dîyar kir ku, ew niha bicih anîn encamên hilbijartinên meclîsên xwecihî mijûl in: "Ev demeke Komîserîya Hilbijartinan jibo destnîşankirina hevserokên meclîsên navçe, bajar û kantonan herwiha komîteyan civînên van meclîsan bi rêve dibe".

Lezgîn Kor, endamê Komserîya Hilbijartinên Bakurê Sûriyê
Lezgîn Kor, endamê Komserîya Hilbijartinên Bakurê Sûriyê

Endamê Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan got ku, dema nû ya pêkanîna hilbijartinan hîn dîyar nebûye jiber ku, komîserî nirxandina qonaxên berê yên hilbijartinan dike, û wiha pêde çû:

"Da ku em rê bidin partî û kesên dixwazin xwe bikin namzet paşxistina qonaxa 3'yê derfeteke girîng e jibo xwe amade bikin".

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku, her du qonaxên yekê û duyê ji hilbijartinên sîstema Fedralî ya Bakurê Sûrîyê pêk hatin. Di 22'ê Îlonê de hilbijartinên komînan, û di 1'ê Berfanbarê de yên meclîsên xwecihî pêkhat bûn.

Raporta Ser Hilbijartinên Efrin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG