Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgeha Duhok Amadekariyan Bo Hilbijartinên Îraqê Dike


Amadekariyên Hilbijartinan li Duhok
Amadekariyên Hilbijartinan li Duhok

Milmilanê ya siyasî li tev Îraqê û herêma Kurdistanê destpêkirîye ji bo hilbijartina Civata Nûneran -Parlementoyê li Îraqê, ku dê li meha 10 ya îsal bên encamdan.

Ofîsa Duhok ya desteya serbexwe ya helbijartinan amadekaryan dike jibo hilbijartin û îêweke baş bi rêve diçin.

Li gur sistema nû ya hilbiajrtinên seranserî li Îraqê, parêzgeha Duhok ji 3 bazineyan pêk tê û li gurî kursiyên parlemenê hatine dabeş kirin; bazineya Duhok Amêdiyê 4 kursî, bazinrya Zaxo Sêmêlê 3 kursî, bazineya Şêxan Berdereş û Akrê 4 kursî.

Eve û ji derveyî koçberên li parêzgeha Duhok ku 80,000 koçber hene û serhejmara wan ya bayometrîk hatine tomarkirin û mafê dengdanê heye.

Bo pêtir zanyarîyan li ser amadekarîyên ofîsa Duhok ya hilbijartinan Xalid Ebas Omer rêveberê ofîsa Duhok bo dengê Amerîka hafift û got "Me hemî amadekarî temam kirine, belavkirina kartan û tomara bayometrî û ew kes û layenên xwe berbijêr kirine bo hilbijartinan ku 33 kesan heta nihe xwe berbijar kirîye."

Di berdewamîya axiftina xwe da Xalid got "80 hizar awaran mafê deng danê heye ew awarên tomarkirî dikarin li Duhok û di nav kampan da dengê xwe bidin, lê dengên wan dê bo bazineya Musil be".

Cihê amajê ye ku li parêzgeha Duhok 827 hizar kesan mafê dengdanê heye heta niha 74% nav hatine tomarkirin û 90% kartên dengdanê hatine belvkirin tenê 40 hizar kart mane nebelavkirî.

Amadekariyên Hilbijartinan, Raporta Duhok 28 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00

XS
SM
MD
LG