Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serketîyên Hilbijartina Eyaleta Georgia Hîn Dîyar Nebûne


Gera duyê ya hilbijartina du senatorên Georgia, ku bo dîyarkirina piranîya li Civata Senatoran girîng e, temam bû.

Ew hilbijartina ji nêz ve tê şopandin dê bo du salan kontrola sîyasî ya Serokê hilbijartî Joe Biden ya li ser Civata Senatoran nîşan bide.

Bo her du kursîyên Civata Senatoran her çiqas heta niha bi qasî 98 ji sedê dengan hatine hejmartin û dengên mane jî wek yên ji herêmên Demokrat xuya dibin jî ti berbijarekî serketin ranegihandiye yan têkçûn qebûl nekiriye.

Li alîyekî Senatorê Komarî David Perdude yê dixwaze 6 salên din kar bike li hember Jon Ossof yê Demkrat, ku çêkerê belgefîlmên televîzyonan e, ket hilbijartinê, lê li dû wî maye.

Seba kursîyê din yê Civata Senatoran, Raphael Warncok yê Demokrat, ku rahîb e, ket pêşîya Senatorê Komarî Kelly Loeffler ku li civatê yek ji dewlemendtirîn senatoran e.

Bi hejmartina dengdan re derket holê ku li bajarên mezin yên eyaleta Georgia, Demokratan performansek baş nîşan daye û li deverên biçûk û gundeweran jî Komarîyan dengên pir sitandine ku ew yek dike ku encam ji pêş de zelal nebin.

Niha li Civata Senatoran piranî li hember 48 kursîyên Demokratan bi 50 kursîyan di destê Komarîyan de ye û bo ew piranîya xwe biparêzin û dijî pêşnîyazên qanûnî yên Biden derkevin divê ji her du kursîyan herî kêm kursîyekê bi dest xin.

XS
SM
MD
LG