Medya dewletê ya Îranê ragihand ku jibo hilbijartina serokomarîya wê dewletê, berbijêrîyên Hasan Ruhanî û Îbrahîm Reîsî hatine pejirandin.
Serokomarê berê Mahmud Ahmedînejad jî berbijêrîya xwe dîyar kiribû, lê komîsyona hilbijartinê ew red kir. Berbijêrîya yek ji cîgiren Ahmedînejad, Hamid Bekaî jî hat veto kirin.
Lîsteya dawî ya berbijêrên serokomarîyê ewê di 27'ê Nîsanê de eşkere bibe.
Jibo berbijêrîya hilbijartina dê di 19'ê Gulanê de pêk were, 1,600 zêdetir kes serî lêdan, lê komîsyona pejirandina berbijêran tenê 6 ji wan erê kirin.
Pispor pêşbînî dikin ku hilbijartin di navbera serokê reformxwaz Ruhanî û rêberê olî Reîsî de derbas be ku her du, baskên dijî hevdu yên sîyaseta Îranê temsîl dikin.