Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encama Hilbijartina Îraqê Neguherî


Encama hilbijartina giştî ya Îraqê, ku di meha Gulanê de pêk hatibû û dengên wê jinûve hatibûn hejmartin, neguherî.

Tifaqa bi pêşengîya Rêberê Şîa Muqteda Es-Sadr careke din bû bloka li pêş.

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê roja Înê ragihandine, tifaqa bi pêşengîya Sadr ji 329 kursîyên parlemontoyê, 54 bi dest xistin.

Bloka Feth ya bi pêşengîya Hadî El-Emîrî piştî jinûve hilbijartina dengan, hejmara kursîyên xwe ji 47'an rakir 48'an.

Serokwezîrê Îraqê Haydar Abadî 42 kursî bi dest xistibûn û encama wî jî neguherî.

XS
SM
MD
LG