Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Pêşwext li Îraqê Û Çavdêrên Biyanî Û Navxweyî


Dengdana taybet li parêzgeha Duhok
Dengdana taybet li parêzgeha Duhok

Çavdêrên biyanî û navxweyî dixwazin ji nêz ve rewşa hilbijartinanên pêşwext li Îraqê bişopînin ku doh 8ê Oktoberê dengdan taybet pêkhat ê dengdana giştî ji Yekşemê 10ê Oktoberê ye.

Tora "Çav bo Demokrasî û Mafê Mirov," ku ji 17 rêxistîyên civaka sivîl (NGO) pêktê, li seranserî Îraqê ofîsên wan hene û bingehê wê yê sereke li parêzgeha Duhokê ye. Di hilbijartinan da yek ji torên çavdêre, wê rêxistinê di hilbijartinên doh 8ê Oktoberê yên taybet de, li 107 bingehên dengdanê nunerên xwe hebûn li Duhok û Mosil.

Li ser çawanîya bi rêveçûna hilbijartinên taybet û ew astengîyên keftîn di rêya dengderan da û bi nêrîna tora Çav pirosesa dengdanê çawan bi rêve çû. Serbest Mistefa, serokê tora Çav ji dengê Amerîkara axvî û got, "piroses bi rengek baş bi rêve çû kêm û kasî hebûn li destpêka pirosêsê dîyare hindek fermanberan rahênana wan li ser alavên elektronî yên dengdanê ya lawaz bûye."

Hêjayî gotinîye ku komisyona Bala ya Serbixwe Ya Hilbijartinan, ofîsa Duhok da xweyakirin ku ew astengîyên keftîn di rêya dengdanê de li hind bingehan bo hilbijartinên taybet emê di hilbijartinên giştî da çarser bikîn, û hewla kêm kirina wan bidîn, da ku hilbijartin bi rengekê serkeftî bi rêve here. Dîsan got di hilbijartinên taybet da tenê 2 gilî hatîne tomarkirin li cem me li ser hilbijartinên taybet.

Raporta Duhok 09 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00


XS
SM
MD
LG