Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Hilbijartinan Rewşa Îraqê Aloz Dike


Hilbijartinên Îraqê
Hilbijartinên Îraqê

Encamên hilbijartinên pêşwext li Îraqê ku 10ê Cotmehê hatbûn encamdan heta astekî rewşa li Îraqê aloz kirîye, bi taybet piştî ku hin hêzên Şîia yên nêzîkî Îranê encaman red dikin û xwenîşandana Muqteda El-Sadir weke serkeftiyê yekê di wan hilbijartinan de.

Dema ku şeva borî Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê encamên destpêkê ragihandin, aliyên Şîîa ew prose red kir û komsiyon berpirs dît ji enamên ragihandî û hişyarî da komisyonê.

Di heman demê de, aligirên kesayetî oldarê Şîiî Muqteda El-Sadir gefên li dij komisyonê red kirin, jiber van sedman hêzên leşkerê Îraqê ketin di amadebaşiyê de.

Şeva borî rewş ewqas aloz bû, ku berpirsên komisyonê nikarî bûn bi temamî encamên destpêkê ragihînin, belkî wan amaje bi wê yekê da ku ewê encaman bi rêya malpera xwe ya fermî biweşînin. Herwiha encamên zelal ranegihandin û derfet ta skala û tanên derbarê encaman.

Hemdî Gilî şarexayê pirsên ewlekariya niştîmanê weha dibîne ku nerazîbûna hin aliyên siyasî ji encaman nabe sedema hilweşandina encamên hilbijartinan û dibêje "Tişrînî û kolana Îraqê guherînan dixwazin, aliyên nêzîkî Îranê jî dengên kêm anîne, jiber wê yekê ev alozî dê dirêj bikêşin."

Herçende komisyonê encamên destpêkê yên hilbijartinan ragihandine, lê dîsan hêjî du qunax mane ku encamên dawiyê bihên ragihandin, pirsa skalayên hatîn kirin bidawî bibe û encam ji aliyê dadgeha federal ya Îraqê bihên erê kirin.

Muqteda El-Sadir weke serkeftiyê yekê di hilbijartinan de, hewila avakirina hikûmetê û hevpeymaniyekê dide, li aliyê din hin hêzên dijber hewil didin mezintirîn bloka di parlementoyê de çê bikin da ku bibin rêgir li hember Sedriyan ku nikar bin hikûmetê ava bikin.

Çavkaniyek agihdar ji Bexda yê ku nexwastî nave wî eşkere bibe gote Dengê Amerîka "Red kirina proseya hilbijartinan ji aliyê hin hêzên Şîia de yên neyarê Sadirî ne, karteke fişarêye da ku Sadir nikare hikûmetê ava bike."

Li gorî gotinên wî çavkanî. Hêzên şîia yên neyarên Sadirî ne, weha bi asanî rê nadin Sedir hikûmetê pêk bîne, ew dixwazin ew jî tevlî avakirina hikûmetê bibin, dibe klu Sedir jî bi wê yekê razî bibe, jiber ku Sedir aliyê serkeftîye û naxwaze wê serkeftinê jidest bibe û bikare hikûmetê ava bike.

Hemdî Gilî, pisporê ewlekariay niştîmanî dîsan got, mandila kirina Sediriyan bo pêkanîna hikûmetê weha sanahî nîne, jiber ku hêz û girseya wêî ya gel heye û ew bi xwe jî xwe weke rêberê Tişrînîyan dizan (Tiştînî jibo wan xwepêşandan tê yên ku di meha Tişrîn-Oktobera sala 2019an li Bexda û gelek parêzgehên navned û başûrê Îraqê hatbûn destpêkirin û daxwaz guherîna hikûmetê dikir û hilbijartinên pêşwext li Îraqê li jêr givaştina wan xwe pêşandan pêkhat ku bi sedan kes hatin kuûtin û hezaran jî birîndar bûn û hatin girtin-Êdîtor).

Niha du aliyên şîiayan di nakokiyên kûr dane, Kurdan û Sûniyên Îraqê jî heta niha xwe nedaye aliyekî ji yên şîiayên hevdij, ew li benda aliziyên di nav mala şîiayan dane, heta ku rewşa wan aloziyan zelal dibe û dest bi danûstandinên ava kirina hikûmetê tê kirin.

Weha di xweyê ku kurd xwe bi zelalî ne din tu aliyekî ji yên Şîia, heta rêya wan zelal dibe, Sala Mehmûd, çavdêrê siyasî gote Dengê Amerîka eger Partî demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) lihev nekin, wî çaxî ew jî dê li ser herdu aliyên şîîa yên nakok de dabeş bibin".

Di rewşeke weha de jî Kurd dê nikarin di 4 salên dahatî de tiştekî bidest bixin. Herwiha ew dibîne ku dê alozî dom bikin û danûztandinên bo avakirina hikûmetek nû li Îraqê demek dirêj bikêşe.

Raporta Kerkukê 17 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00

XS
SM
MD
LG