Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darxistina Hilbijartinên Lîbyayê Têk Diçe


Welatîyekî li navendeke dengdanê li Trablusê, navê xwe tomar dike (Arşîv)
Welatîyekî li navendeke dengdanê li Trablusê, navê xwe tomar dike (Arşîv)

Komîteya hilbijartinan ya parlementoyê ya Lîbyayê îro Çarşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku ne mimkun e ku roja Înîyê (24 Rêbendan) hilbijartina serokatîyê were kirin.

Serokê komîteyê Emad Sayeh bi nameyekê de ji serokê parlamentoyê re nirxandina xwe ragihand û got, ev nêrîna piştî şêwirîna raporên teknîkî, dadwerî û ewlehîyê derketîye holê.

Emad Sayehda zanîn ku di pêyvajoyê de, jiber rêgezên rêvebirandina hilbartinan û hevdem ser mafdarîya berbijeran de, pirsgirêk û alozî derketine.

Komîteyê parlementoyê pêşnîyar kir ku hilbijartin bo mehekê - heya 24’ ê Berfanbara 2022’an- were paşve xistin.

Hevdem, Komîteyê da zanîn ku erka hikûmeta demkî jî ewê roja Înê bidawî bibe.

Lê, alîyên din yên sereke û sazîyên sîyasî dikarin di hikûmeta ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî(NY) ve tê nas kirin de, bimînin.

Lîbya 10 sal piştî hilweşandina rêberê demdirêj Muamer Qedafî bi hikumetek dem, tê rêvebirin.

Hêzên hevrik yên li rojhilat û rojavayê welêt, sala borî li gor pêvajoya aştiyê ya bi piştgirî NY, peymana agirbestê îmza kiribûn.

Li Lîbyayê pêkanîna hilbijartinan bo nexşerêya NY ya bo bidawîkirina krîza deh salî ya li welêt wek xala serekî tê nirxandin.

Lê, Mîsyona Piştgirîya NY ya li Lîbyayê roja Sêşemê, di derbarê rewşa ewlekarî ya li Trablusê fîkarên xwe anî ziman.

"Seferberkirina hêzên girêdayî komên cuda alozîyan çêdike û metirsîya pevçûnan zêde dike," NY got.

Beşa NY ya li welêt hişyarî da ku geşedanên ku pêk tên, bo parastina aramîyê û şert û mercên pêwîst yên bo darxistina hilbijartinan "ne baş in".

Wê, destnîşan kir ku darxistina hilbijartinan dibe ku "destketîyên ewlehîyê yên ku Lîbyayê heya niha bi dest xistiye, têk bibe.”

Balyozê Amerîka jî îro got ku xebata bo hilbijartinan divê wek mijareke pêşî bimîne.

XS
SM
MD
LG