Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijêrên Îtalya Ser Kêmkirina Hejmara Parlamanteran Dibêjin ''Erê''


Îtalya ser kêmkirina hejmara parlamenterên xwe referandumek li dar xist.

Li gor encamên nefermî li dora 70 ji sedê beşdarên referandumê ser kêmkirina parlamenteran dengê ‘’erê’’ dane.

Bi encamên referandumê li ber e ku kursîyên li Civata Senatoran ji 315’an dakeve 200’î û yên Civata Nûneran jî ji 630’î dakeve 400’î.

Wezareta Navxweyî ya Îtalya ragihand ku 53 ji sedê hilbijêran beşdarî referandumê bûne.

Rêberê berê yê Tevgera Pênc Stêrkan (M5S) Luigi Di Maio, ku di hazirkirina qanûna ser kêmkirina hejmara paralamanteran de pêşengî kir, dîyar kir ku ew bi encama referandumê kêfxweş bûye.

Di Maio ji Twitterê dîyar kir ku encama referandumê dîrokî ye û ewê êdî xwedîyê ‘’parlamaneke normal’’ bin.

Wî da zanîn ku ger M5S nebûya dê ew guherînên ser hejmara parlamanteran çênebûna.

XS
SM
MD
LG