Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Demokrasîyê ya Amerîka û Dengvedana Wê li Tirkîyê


Hilcivîna Demokrasîyê ya ku di bin mêvandarîya Serokê Amerîkayê Joe Biden de pêk tê li Tirkîyê jî deng veda.

Dr. Vahap Coşkun, lidarxistina vê hilcivînê girîng dibîne û dibêje ku ev konferans jibo hêzbûna demokrasîyê hewildaneke baş e.

Li Tirkîyê ji alîyê akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, sîyasetvsn û rojnemevanan ve ev hilcivîn hate nirxandin.

Nivîskara rojnameya Hurrîyetê Hande Firat, ku ev rojname nêzîkî hikûmetê ye, di gotara xwe ya bin navê “Bijartina Demokrasîyê ya Amerîkayê” de bi zimanekî îronîk hilcivîn rexne dike.

“‘Hilcivîna Demokrasîyê’ bi awayekî din ‘Hilcivîna Demokrasîya Dinyayê’ jî tê gihiştin, em dikarin ji hemû dinyayê jî bi hêvî bin. Lê mixabîn rastîya wê ne wiha ye û gotinên Biden jî mixabîn rastîyê nîşan nade.”

Nivîskar û rojnamevan Sîbel Hurtaş bi xwe li ber fikrê raman li dadgehên Tirkîyê de tê darizandin.

Ew gava vê hilcivînê dinîrxîne hewildanê wiha ji bo lawazkirina otorîterîzmê girîn nîşan dide. Hûrtaş hestê xwe wiha tîne ziman:

“Ana li Amerîkayê Konferanas Demokrasîyê destpêkir. Gelek welat beşdarî vê hilcivînê dibin. Ev welatê ku hatine vexwendin qarneya wan ya mafên mirova bi tevahî nikarim bêjim ku baş e, lê li vê derê tiştekî girîng heye, welatê beşdarvan nîyeta xwe beyan dikin. Ev yek girînge. Hîç nebû ew dibêjin emê xwe berbi demokrasîyê ve bisipêrin û ji otorîterîzmê dur bixînin.”

Bêtirî sed welat jibo Hilcivîna Demokrasîyê hatibûn vexwendin lê Tirkîye di nav van welatan de tûnebû. Ev yek jî li Tirkîyê bû sedama gengeşî û bertêkan.

Baskê desthilatdarîyê di vî alî de bêdeng man, lê layen desthilatîyê û medyaya ku nêzîkî desthilatîyê ev hilcivîn bi tundî rexne kirin û demokrasîya Amerîkayê jî bi mînak dayîna Iraqê wek nakokîyeke nîşan dan.

Lê nêrîna opozîyonê di vî warî de cûda bû û di armanca opozîsyonê de jî desthilatî hebû.

Li Meclîsê Parlementerê CHP’ê Utku Çakiroz, li ber nevexwendina Tirkîyê ragahand ku ew şaşnebûne lê xemgînî bûne. Di vî warî de Çakiroz helwesta desthilatîyê rexne kir û wiha got, “Li der kî temaşe bike bila bike êdî li dinyayê gava behsa demokrasîyê bêkirin Tirkîye nayê huşê kesî. Rêvebirîya otorîter, rejîma zordarîyê, dema mijar dibe welatên ku maf û azadî lê tên astengkirin, em di rêza herî pêş de ne. Xemgînîya me jî vî ye.”

Di roja yekê de jî li ser naveroka vê hilcivînê gelek tişt hatin zalal bûn. Li Tirkîyê jî ev hilcivîn di nêz ve hate şopandin. Yek ji van şopîneran jî Doç. Dr. Vahap Coşkun bû. Coşkun ji Dengê Amerîka re ev civîn şîrove kir.

“Ev hilcivîn qet nebe li ser pêşketina demokrasîyê û paşxistina otorîterîzmê ye. Ev hilcivîn jibo bihêzkirina fikrê demokrasîyê ye. Li vê derê ji dewletan tê xwastin ku hesasîyeta demokrasîyê bê parastin. Ev berî her tiştî hewildaneke girînge. Lê gava ez li yê beşdarbûyan temaşe dikim ev konferans wê di demeke kin de encameke nede. Wisa diyar dibe ku di demên pêşîya me de himan civîn dê bidome. Ana hilcivîna onlaynî, heke ev civînana rû bi rû bên çêkirin bi ya min dê encameke baştir bide.”

Armanca civînê jibo xurtkirina demokrasîyê, parastina dijî otorîterîzmê, rûbirûbûna gendalîyê û pêşxistina mafên mirovan hatîye ragahanin. Ev yek jî wek hemû welatên beşdarbûyî û ne beşdarbûyî jî balê dikşîne. Lê ev hilcivîn li Tirkîyê jî bêtir bal kişand.

ED_10_12_2021_Hilcivîna_Demokrasîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG