Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Nû ya Astana di 25'ê Nîsanê de Destpê Dike


Gera nû ya civînên Astana, ku bi navbeynkarîya Îran, Rûsya û Tirkîyê bo bidawîkirina cenga li Sûrîyê destpê kiribû, dê di 25-26’ê Nîsanê de li Nursultan ya paytaxta Qazaqistanê li dar keve.

Karbidestên Îran, Rûsya û Tirkîyê heta niha li Astana 11 caran hewil dan ku alîyên ku li Sûrîyê şer dikin bicivînin.

Wezareta Derve ya Qazaqistanê ragihand ku xêncî karbidestên her sê dewletan dê şandeyeke hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar Esad û nûnerên serhildayan jî beşdarî hilcivînê bibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û Urdun jî dê çavdêran bişînin hilcivînê

XS
SM
MD
LG