Hilcivîna G20 li Osaka ya Japonya destpê kir.
Di hilcivînê de, ku dê du rojan bidome, li ber e ku mijarên ser bazirganîyê, Îran, guherînên îqlimê werin axifîn.
Mijara yekê hilcivînê aborîya dijîtal bû. Di rûniştina duyê ya hilcivînê de dê ‘’Nûbûn’’ were peyivîn.
Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe di axaftina destpêkê de dîyar kir ku ew ji rewşa aborîya dijîtal geşbîn e û da zanîn ku bi wê aborîyê civak ji gelek alîyên ve hatiye guhertin.
Ji seranserê cîhane pirtirê 2000 rojnamevan hilcivînê dişopînin.
Hilcivîna G20 li Osaka ya Japonya Destpê Kir
