Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Yekîtîya Ewrupa jiber Vîrusa Korona Hat Paş Xistin


Hilcivîna Yekîtîya Ewrupa (YE), ku li ber bû roja Pêncşem û Înê li Bruksel ya Belçîka li dar keta, jiber vîrusa korona hat paş xistin.

Berdevikê Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel dîyar kir ku destdana Michel û karbidestekî ewlekarîyê yê bi vîrusa korona ketiye, çêbûye û jiber wê hilcivîn hatiye taloq kirin.

Li gor daxuyanîya berdevik, testa vîrusa korona ya Michel negatîf derketiye, lê ew li gor tedbîran ketiye karantînê.

Çaverê bû ku di hilcivînê de girjîya di navbera Qibris, Yunanistan û Tirkîyê de bihata nîqaş kirin.

Michel, ku berê serokwezîrê Belçîka bû, hefteya borî bo serdanên dîplomatîk çûbû Qibris û Yunanistanê.

XS
SM
MD
LG