Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Hilcivîna G7 Dê li Qesira Sipî Bicivin


Rêberên G7 li Fransa
Rêberên G7 li Fransa

Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany dîyar kir ku hilcivîna rêberên G7 dê di dawîya Hezîranê de li Qesira Sipî çêbe.

Xanim McEnany got ku ‘’Çawa em kesên li Qesira Sipî diparêzin emê rêberên cîhanê jî biparêzin.’’

Di rojên borî de di xebatkarên Qesira Sipî bi vîrusa korona ketibûn û yek ji wan îro Sêşemê vegerîbû ser karê xwe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka bi qasî 1,700,000 kes bi vîrusa korona ketine û 98,717 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG