Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Tehranê ya Ser Îdlibê Îro Înê Pêk Tê


Hilcîvîna Tehranê ya ser Sûrîyê îro Înê bi beşdarîya serokên Îran, Rûsya û Tirkîyê pêk tê.

Serokê Rûsya Valdimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan serê sibê gêhiştin Tehranê.

Rojeva sereke ya Hilcivîna Tehranê operasyona Îdlibê ye.

Rûsya û Îran dîyar dikin ku operasyona Îdlibê bo ‘’bidawîkirina terora li Sûrîyê girîng e’’ lê Tirkîye bi tundî dijî operasyona derdikeve.

Îdlib li Sûrîyê herema dawî ya di destê serhildayan de ye.

Çavdêrên sîyasî didin zanîn ku rewşa Îdlibê dê piştî Hilcivîna Tehranê dîyar bibe.

XS
SM
MD
LG