Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna G-8 li Camp David Destpê Dike


Serokê Amerîka Barack Obama îro Înîyê dest bi dîplomasîya asta bilind dike ku çar rojan berdewam bike.

Serok Obama, pêşî di hilcivîna aborî ya G-8 de, li Camp David a derveyê paytaxt Washingtonê dest bi bernameya xwe bike.

Şîretvanê Ewlekarîya Netewî Tom Donilon ji rojnamevanan re got, li ber e endamên G-8 anku heşt welatên pêşketî kêşeyên cîhanî yên wek buhayê petrolê, enerjî û guherîna hawa (seqa), rewşa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur gotûbêj bikin.

Birêz Obama, her wiha rêberên Benin, Etopya, Ghana û Tanzanya vexwendin hilcivînê ku ewlehîya xwarinê ya li wê parzemînê gotûbêj bikin.

Serok Obama berî ku here Camp David bi Serokê nû yê Fransî Francois Hollande li Qesra Sipî kom be û xêrhatina wî bike.

Di hilcivîna G-8 de xencî birêz Hollande, her wiha Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel rêberên Kanada, Britanya, Îtalya, Japonya û Rûsyayê jî amade bin.

XS
SM
MD
LG