Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Indiana, Kentucky û West Virginia Û Hillary li Vermont Serkeftin Bidest Ve Anî


Evariya roja Sêşemê mediya Amerîkî dide zanîn ku, kandîdê Komariyan Donald Trump li sê eyaletan li Indiana, Kentucky û West Virginia serkeftin bidestve aniye, herweha Hillary Clinton li eyaleta Vermont serkeftin bidest ve aniye.

Li gur van encaman Trump 24 dengên delegeyan bidest xistine û Hillary 3 dengên delegeyan qezenc kirine.

Hersê eyaletên Pennsylvania, Michigan û Wisconsin ku, her dem Demokratan li wan eyaletan qezenc kiriye jibo Hillary gelek di girngin, eger ev hersê eyalet bidest xistin ewa pêwîstiya wê dê tenê bi eyaleta Ohio yan Florida yan jî North Carolina hebe da ku, bigehe Qesra Spî.

Lê çavdêrên hilbijartinan didin zanîn ku hêj gelek zûye bihê zelakirin kanê kî dê biserkeve.

XS
SM
MD
LG