Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsyayê Ser Krîza Sûrîyê Dicivin


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton îro Pêncşemê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov û nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Laxdar Brahîmî dicive da ku krîza Sûrîyê gotûbêj bike.

Karbidestekî bilind yê Amerîkî got, Clinton, Lavrov û Brahîmî li paytaxa Îrlandayê, Dublinê dema beştarbûna konferansa mafên mirovan, werin be hev.

Hevdîtin li vê demê tê ku xem û tirsên civata navnetewî mezin dibin ku rejîma Sûrîyê dikare çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar bîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî ew îro Pêncşemê li Bexdayê heman xem û fikar dubare kir.
XS
SM
MD
LG