Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Afganî Hîkmetullahê 10 Salî û Kuçika Wî jibo Aşitî Dimeşin


Hîkmetullah kurekî 10 salî yê Afganî ye. Piştî ku dayika Hîkmetullah hate kuştin, wî biryar da ku tev li tevgera aşitî be.

Endamên wê tevgerê li herêmên cuda yên Afganistanê bi sedan kîlometre rê dimeşin ku peyama aşitî û dawîkirina tundîyê bidin bîragiştî.

“Hawanek li xanîyê me ket û dîya min kuşt. Ez tev li rêdeçûnên aşitî bûm jiber ku ez naxwazim zarokên din kuştina dayikên xwe bibînin,” Hîkmetullah ji Dengê Amerîka re got.

Hîkmetullah, ku wek gelek Afganîyan tenê navekî bi kar tîne, bang li alîyên şerker li Afganistanê dike ku dest ji şer berdin da ku ew û zarokên din dikarin herin dibistanê.

“Ez aşitî dixwazim jiber ku ez dixwazim vegerim dibistanê,” ew dibêje.

Hîkmetullah û bavê wî li Helmand ya istana Gazne li başûrê rojhilata welêt tev li meşa aşitîyê bûn.

Dema ew giheştin paytext Kabul, bavê wî vegerî mala xw eli Gazne, lê Hîkmetullah biryar da ku meşa xwe bidomîne û bi endamên din re here bakurê Afganistanê.

Dema meşvan bi pêyatî giheştin bajarê Mezarê Şerîf ya paytexta istana Balkh, ew di 32 rojên ser hev de 650 kîlometre rê li paş xwe hêlabûn.

Tevgera aşitî ku Hîkmetullah li Helmand tevlê bû, bi awayê çalakîya rûniştinê destpê kir, piştî êrîşa terorîstî ya li nêzî stadyuma paytexta herêmî Leşkergeh, herî kêm 14 kes kuştibûn û bi dehan kesên din jî birîndar kiribûn.

Ew êrîşa di dema maçeke gureşê de qewimîbû û di destpêkê de wek êrîşeke terorîstî ya ji rêzê ya dijê sivîlan hatibû dîtin, lê dû re rûniştvanên Helmand biryar da ku li hember wê rabin ser pêyan.

Piştî çalakîya rûniştinê, bizavkaran biryar da ku ji Helmand heta Kabul rêdeçûneke pirtir ji 800 kîlometre pêk bînin û şer û tundî protesto bikin.

Di rêdeçûnê de Sarana, hevaleke çarlingî ya Hîkmetullah jî bi wî re dimeşe û ji wî re dibe hevrê. Sarana, ku li kolanan dijîya, di 10ê Tebaxê de tev li meşvanan bû.

“Di destpêkê de hizra me ew bû ku ev kûçik dest ji şopandina me berde, lê ew her li dû me hat. Me navê Sarana [çavdêr] li wê kir, jiber ku ew hemê endamên koma me diparêze,” endamê komê Abul Malik Hamdard got.

“Dema Sarana bîyanîyek di nav me de bibîne, yekser dihewe,” Hamdard dibêje.

Tevgera aşitî daxwaza agirbesteke demûdest û destpêkirina sekinandina şerê navbera hikûmeta Afganî û Talîbanê dike.

“Em tenê aşitî dixwazin. Em li Afganistanê hewceyî aşitî ne û em jibo daxwazên xwe li piştgirî digerin,” Mihemed Musa Azad, emdamekî din yê komê ji VOA re got.

Berî ku herin Balkh, endamên komê di meha Tîrmehê de çalakîyeke rûniştinê ya çend rojî li ber balyozxaneya Pakistanê ya li Kabulê pêk anîn û ji wî welatî xwestin ku dawî li piştgirîya nepênî ya ji Talîbanê re bîne.

Endamên tevgera aşitî, di heman mehê de herwiha nameyên bi xûnê şandin Neteweyên Yekbûyî ku piştevanên Talîbanê şermezar bikin.

XS
SM
MD
LG