Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan: Kesên ji 18 Salî Mezintir Dikarin Vaksîna COVID-19 Wergirin


Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID – 19 li Hindistanê
Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID – 19 li Hindistanê

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî îro Duşemê ragihand ku ewê hikûmeta federal jibo tevahîya welatîyên 18 salî û mezintir re vaksînên COVID-19 yên belaş pêşkeş bike.

"Hemî kesên xizan, ji dehata bi navîn yan jêrîn, yan dewlemend, di bin bernameya hikûmeta federal de, ewê her kes vaksînên belaş wergire," Modî got.

Hevdem, Modî dîyar kir ku di sîyaseta karanîna pêyvajoya vaksînlêdanên li welat de guhertin hatine çêkirin, hikûmeta federal dê revebirîya û ewê bixwe bimeşîne.

Modî ev daxuyanîya piştî rexneyên tund yên ser vaksînlêdanên li welat hat ragihandin ku li Hindistana bi şênîya 950 mîlyon kesan heya niha tenê kêmtirî % 5'ê mirovan hatine vaksîn kirin.

Di çarçevoya sîyaseta berê de, hikûmeta federal vaksînlêdanên belaş dida kesên kal û pîr û her wiha karkerên ênîyên pêş.

Lê, jibo kesên di navebra temenê 18-45'an de eyalet û nexweşxaneyên taybet vakslêdanên bi dirav pêşkeş dikirin.

Modi got ku hikûmet dê bihêle ku nexweşxaneyên taybet ji % 25 alavên hemî vaksînlêdanê wergirin lê, ewê nikaribin ku jibo her yek doza vaksînyê ji 150 rûpî (2.06 $) zêdetir ji mirovan bigirên.

Hikûmetên eyaletan bo kirîna vaksînên ji hilberînerên herêmî û her wiha ji kompanîyên biyanî pêşbazîyeke tund dikirin.

Li piranîya eyaletên Hindistanê jiber kêmasîyên domdar, di çend hefteyên borî de qedexekirin û tedbîrên xurt yên dijsî pandemsîya COVID-19 jin ûve hate ragihandin.

Gelek navendên vakslêdanê jî di nav çend rojan de hate girtin,piştî ku berfirehkirina bernameya vaksînlêdanên belaş hate dîyar kirin.

" Emê leza peydakirina vaksînan zêde bikin û her weha revebirindina bernameya vaksînlêdanê jî xurttir bikin, " Modî got.

Hikûmetê hefteya borî got ku ew dikare di her yek rojên Tîrmeh û Tebaxê de, bi qasî 10 mîlyon dozên vaksînan bi kar bîne ku niha rojane ji sê mîlyon dozan kêmtir e.

Hindistanê jibo roja borî 100.636 pêketinên nû yên vîrusa korona ragihand ku li welatê herî qelebalix ya cîhanê de, ji 6'ê Nîsanê vir ve rêjeya herî kêm e.





XS
SM
MD
LG