Çarşemê hêzên artêşa Pakistanê di nava axa herêma Kaşmîr de du frokên cengê yên Hindistanê xistin xwar û Şofêlê firokekê êxsîr girtine, ev bû sedema girjiyên di navbera herdu welatên xwedî çekê navokê de dijwartir bibin.
Hindê ji aliyê xwe ve da zanîn ku firokek wan ketîye û herweha hêzên wan jî firokek Pakistanê xistiye xwar û hêzên wan yên esmanî êrişî serbazgeheke perwerdeya çekdarên Îslamî yên radîkal kirîye yên bi navê "artêşa Mihemed" li Kaşmîr.
Peyvdarê bi navê artêşa Pakistanê Asif Xafor di twîtekê de ragihand ku wan du balefirên Hindistanê xistine xwar yek li herêma Kaşmîr li ser axa Pakistanê ketîye û ya din ketîye nav axa Hindistanê û şofêlê firokekê ji wan bidest hatîye girtin.
Yekêtiya Ewrupa, Amerîka û Çînê bang li herdu welatan kir daku "arama xwe ragirin" û heza diyalogê pêş bêxin.