Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 3 Mîlyon Derbaz Kir


Hikûmeta Hîndistanê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li welêt 3 mîlyon derbaz kiriye.

Li gor daxuyanîya karbidestên Hîndistanê, ew welat di sê hefteyên dawî de, bi hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona di rêza pêşî de ye.

Hîndistan, di hejmara pêketîyên vîrusa korona de li dû Amerîka û Brezîlya tê.

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê dîyar dike ku li welêt heta niha 3,044,940 pêketîyên vîrusa korona hatine tespît kirin û 56,706 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane ku li wî welatî 1,3 mîlyar kes dijîn.

XS
SM
MD
LG