Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Hîndistanê Ser Pêla Sêyan ya Vîrusa Korona Hişyarîyê Dike


Hikûmeta Hîndistanê ser zêdebûna pêketinên vîrusa korona yên li welêt gumanê dibe ser cureya vîrusê ya bi cot-mutasyon.

Agahîyên Wezareta Saxlemî yê Hîndistanê raber dikin ku ew cureya vîrusê ya bi navê B.1.617 li jimareke eyaletan hatiye dîtin ku li wan deran hejmara pêketinan zêde ye.

Şêwirmendên zanistê yên hikûmetê ser pêla sêyan hişyarîyê dikin.

Yek ji wan şêwirmendan Krishnaswamy VijayRaghavan di preskonferansa Wezareta Saxlemî de dîyar kir ku divê ew pêlên nû yên vîrusa korona hazirîyê bikin.

VijayRaghavan da zanîn ku gava ew li vîrus belavbûyî dinêrin ew dibêjin ku ewê ‘’bêguman’’ pêlan sêyan destpê bike.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê Hîndistan bi hejmara pêketinên vîrusa korona, li cîhanê li dû Amerîka, bi pirtir ji 21 mîlyon pêketîyan di rêza duduyan de ye.

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê dide zanîn ku di 24 saetên dawî de 412,000 pêketin hatine tespît kirin û 3980 jiber vîrusê mirine.

Jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona, sîstema saxlemî ya Hîndistanê bi dijwarîyan re rûbirû maye.

Kêmbûna oksîjena bo nexweşan, biçûkbûna kapasîteya nexweşxaneyan û derfetên krematoryumên têde mirî têne şewitandin, rewişeke dijwar çêdikin.

XS
SM
MD
LG