Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistanê Piştî 50 Salan li Pakistanê Êrîşa Esmanî li Dar Xist


(arşîv)
(arşîv)

Hikûmeta Hindistanê ragihand ku firokên wan sînor derbaz kirine û li Pakistanê dijî ‘’kampên terorê’’ êrîşên esmanî li dar xistine.

Wezîrê Derve yê Hindistanê Sushma Swaraj dîyar kir ku di êrîşê de ‘’gelek çekdar’’ hatine kuştin.

Pakistanê da zanîn ku di êrîşan de ti kes nehatiye kuştin û wan bi ‘’maytekirina di wextê de’’ bombe ber bi qadeke daran qulibandîye.

Hindistan, ji 1971’an vir ve cara yekê dikeve esmanê Pakistanê û êrîşên emsanî li dar dixîne.

Berdevkê Artêşa Pakistanê Asif Ghafoor, ji Twitterê hin wêneyên ku wî got ji cîhê bûyerê ne, belav kirin.

Jêderên herêmî radigihînin ku nûnerên ewlekarîyê yên her du dewletan bi awayekî demûdest kom bûne.

Girjîya li hêremê, bi êrîşeke xwekujî ya li Keşmîrê, ku di 14’ê Sibatê de li dar ketibû, jinûve gur bûbû.

Di êrîşê de bi kêmî ve 40 leşkerên Hindistanê hatibûn kuştin û berpirsîya wê êrîşê rêxistineke li Pakistanê girtibû ser xwe.

Hindistanê ser êrîşê rastexwe Îslamabad tawanbar kiribû.

XS
SM
MD
LG