Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Helîkopterekê de Serfermandarê Artêşa Hindistanê û 12 Kesên Din Mirin


Hêza Esmanî ya Hindistanê (IAF) îro Çarşemê dîyar kir ku Serfermandarê Hêzên Çêkdar yê Hindistanê General Bipin Rawat, hevjîna wî û 11 kesên din li başûrê Hindistanê piştî ketina helîkoptera leşkerî ya ku ew tê de bûn, mirine.

IAF'ê ragihand ku helîkopter li nêzî Coonoor ya eyaleta Tamil Nadu dema ku ji Sulur diçû bajarê Wellington, ketiye xwarê.

Hevdem, IAF'ê da zanîn ku berpirsê tîma helîkopterê Varun Singh sax filitîye û ew li nexweşxaneya leşkerî ya li Wellington tê derman kirin.

Sedema ketina helîkopterê û hirgûlîyên rewşa rêwîyên din hîn naye zanin.

Lê, IAF'ê dest nîşan kir ku jibo ku sedema qezayê were tespîtkirin, lêpirsîn hatiye destpê kirin."

Bipin Rawat yê 63 salî, di dawîya 2019'an de ji hêla hikûmeta serokwezîr Narendra Modi ve wek Serfermandarê Berevanîyê yê Hindistanê hatibû erkdar kirin.

XS
SM
MD
LG