Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hiqûqzan li Îstenbol'ê Doza Kobanê Û Gezî Dinirxînin


Hiquqzan Doza Kobane Û Gezî Gotûbêj Dikin
Hiquqzan Doza Kobane Û Gezî Gotûbêj Dikin

Hiqûqzanan li Îstenbul’ê di derbarê doza Kobanê û doza Gezî de daxuyanîyek dan û destnîşan kirin ku bi van dozan peyam ji gelê Kurd û Tirk re hatiye dayîn. Hiqûqzanan di vê daxuyanîyê de dîyar kirin ku "Ev peyama ku hikûmet bi van darizandin û cezayên giran dide me dê bandora xwe ser me neke."

Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) ya şaxê Îstenbul’ê, di derbarê doza Kobanê ku hevserokên berê yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 21 jê girtî 108 têne darizandin de û di derbarê cezayên giran yên di darizandina doza Gezî de preskonferansek li taxa Beyoglu ya Îstenbul’ê lidarxist.

Yek ji parêzerên OHD’ê parêzer Gurkan Îsteklî anî ziman û got ku doza Kobanê bi hemî bêhiqûqîyên xwe didome.

“Tişta ku di doza Kobanê de tê darizandin daxwazên gelê Kurd e û tolhildan ji gelê Kurd tê hilanîn û bi doza Gezî jî daxwazên gelên Tirkîyê yên edalet, wekhevî û azadîyê tên darizandin.”

Herwiha parêzer Atîlla Bahçivan jî ku parêzerê doza Kobanê ye jî got ku Gelê Kurd şahidê zindî yên darizandinên komployê ye.

“Di doza Kobanê û Gezî de rewşên dişibin hev hene û di doza Gezî de derket holê ku yek ji endamên dadgehê namzedê parlamenterîyê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye û ji hevalên me re ceza hatin birîn."

Dîsa Parêzer Ozgur Urfa jî got ku berîya 50 salan jî siyaset û dadgeh bi hev re girêdayî bûn û dadgeh wek amûra sîyasetê dihat bikaranîn.

“Bi rêya dadgehan hewl tê dayîn ku li Tirkîye sîyaseta opozîsyonê wek tawan were dîtin. Me ev yek di dozên Gazî, Kobanê û doza girtina HDP’ê de dît. Hemû civînên aştîyane tê xwestin ku weke tawan were dîtin. Dîsa bi van dozan tê xwestin ku hemî kesên dijî polîtîkayên hikûmetê mafên xwe yên qanûnî bikar tînin, peyama hûn siyasetê nekin tê dayîn. Eger hûn li dijî hikûmetê derkevin dê dawîya we ev be tê gotin.”

Li alîyekî din ve jî parlementera HDP’ê ya Enqere Fîlîz Kerestecioglu jî li vir axifî û banga tekoşîna hevpar kir.

“Pewîste darizandin û cezayên dozên Kobanê û Gezî baş werin dîtin. Ev her du doz dozên qûmpasê ne. Di doza Gezî de jî jibo Tirkîyeyek azad û demokratîk divê em bi hev re têbikoşin.”

Raporta Stenbolê 08 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00
XS
SM
MD
LG