Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDPê Hişyar Ozsoy: Dixwazin Me Wek Partiyeke Ne Meşrû Nîşan Bidin


Parlamantarê Partîya Gel ya Demokratîk (HDP) yê Bîngolê (Çewlik) Hişyar Ozsoy, kuştina sivîlan ji aliyê hêzên leşekerî yên Tirkiyê ve, rewşa aloz ya li bajarên Kurdan û hilbijartina pêşwext ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Birêz Ozsoy dibêje, li gor tesbît û lêkolînên yên ser kuştinên sivîlan diyar dibe ku bi biryareke navendî teror li ser gel tê meşandin û hemû rêyên hevdîtinên aştiyê jî li ber HDP’ê tên girtin.

“Van rojên dawî li Kurdistanê kuştina sivîlan pir zêde bûye

. Ev ne kuştinkariyên ji rêzê ne, êşkence li cenazeyan tê kirin û li ser xelkê sivîl tirseke mezin çêdikin. Mîna salên 90’an hin hêzên tarî yên di nav dewletê de dîsa dest bi kar kirine. “

Parlementarê HDP’ê diyar dike, ew tevî 8 parlementaran çûne lêkolînê li ser kuştina sivîlên li Giyadîn ya Agirî’yê bikin, lê Walî û Qeymeqam bersiva wan nedane.

Li ser kuştina 2 sivîlan Waliyê Agiriyê û Qeymeqamê Giyadînê dibêjin, ev rûdan li derveyî me diqewimin. Yanî hin tîmên taybet ên leşkerî hatine şandin ku vê terorê li ser xelkê pêk tînin. Diyar e ev biryareke navendî ye.”

Ozsoy balê dikişîne ser ku Serokomar Erdogan pir zêde mûdaxilê siyasetê bûye.

“Rewş ne zelal e, lê serokomar jibo hikûmeteke li gor berjewendiyên AKP’ê ava bike, çi ji destê wî tê dike

. Dema herin hilbijartinê jî wê derfet û çavkaniyên dewletê bikar bînin. Serokomar xwe ser hiqûqê û qanûnan dibîne.”

Ozsoy bi bîr dixe, mafê HDP’ê yê qanûnî heye di hikûmeta hilbijartinê de cî bigire.

“Ger hikûmeta hilbijartinê ava bibe, mafê HDP’ê yê hiqûqî heye ku beşdarî wê hikûmetê bibe. MHP û CHP’ê gotin em beşdar nabin. Ev ji şirîkatiya hikûmetê wêdetir hikûmeta hilbijartinê ye. Partiya me jî biryar daye ku beşdar bibe.”

Parlamantarê Kurd li ser biryara hilbijartina pêşwext û kampeyna HDP’ê jî dibêje ku ewê israra jibo pêkanîna aştiyê bidomînin.

“Çawa ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de me gotibû, ‘Em te nakin Serok’, vê carê jî em soz didin û dibêjin, ‘Em ê şer bi te nedin kirin

’. Em ê bi her awayî hewil bidin ku maseya aştiyê jinûve bidin danîn.”

XS
SM
MD
LG