Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Dadê ya Amerîka dê Hizbullahê Vekole


Wezareta Dadê ya Amerîka, dê bo vekolîna Hizbullahê komeke taybet ya vekolînê çêke.

Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions dîyar kir ku bo vekolîna Hizbullah ya bi piştgrîya Îranê û dîyarkirina sazî û kesên ku piştgirîyê didin wan, dê komeke nû ava bikin.

Çêkirina komê, piştî ku Komarîyan dijî nûçeyeke ku li kovara Politicio derket bertek nîşan da, ket rojevê.

Di nûçeyê de hatibû îdia kirin ku di dewra rêvebirîya Obama de, dema bo peymana navokî danûstandin dihatin kirin, operasyonên Daîreya Têkoşîna Dijî Tiryakê yên dijî bazirganîya tiryakê ya Hizbullahê hatiye asteng kirin.

Serok Trump jî Obama bo peymana navokî tawanbar dike û dîyar dike ku wî wê demê gelek hêsanî ji Îranê re hazir kirine.

Sessions da zanîn ku ewê Wezareta Dadê bo gefên rêxistinên terorî ji holê rake bi her awayî têkoşînê bike.

XS
SM
MD
LG