Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîzbullah û Hevalbendên Wê li Lubnanê bi Ser Ketin


Li gor encamên nefermî yên hilbijartina Lubnanê, Hîzbullah û hevalbendên wê yên siyasî piranîya parlamentoyê bi dest xistin.

Pisporên siyasetê didin zanîn ku encama hilbijartinê nîşan didin ku li herêmê Îranê xurt bûye.

Hîzbullah, ku di lîsteya terorê ya Amerîka de ye, bo piştgirîya Beşar Esad ketibû nav Sûrîyê jî.

Di hilbijartinê de, partîya Serokwezîrê Lubnanê Saad el-Harîrî, Tevgera Mustaqbel, ku welatên rojava û Erebîstana Saudî piştgirî didanê, di rêjeyeke kêm de ma.

Li meclîsa Lubnanê 128 kursî hene, û li ber e ku koma mezin ya Sunî bi pêşengîya Harîrî çêbe. Ew jî nîşan dide ku hikûmeta nû dibe ku bi seroktîya Harîrî ava bibe.

Li gor pergala siyasî ya Lubnanê, ku piştî şerê navxweyî hat çêkirin, divê serokwezîr Sunî be.

XS
SM
MD
LG