Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Ger Tirkîye Piştgirî Nede Nusra Ew Nikare Hefteyek Berxwe Bide


Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş li Dîyarbekir bi rojnamevanan re civîneke taybet lidar xist û li ser rewşa pêvajoya çareserîyê, pakêta demokratîkbûnê ya hikûmetê nêrînên xwe parve kir.

Birêz Demîrtaş di derbarê pakêta demokratîkbûnê ya hikûmetê de jî got “jiber ku bi derengî ket, ev paket ê li ser pêvajoyê tesîreke mezin çêneke.

Sîyasetvanê Kurd daxuyanîya Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç rexne kir ku gotibû “yên ku perwdeya bi zimanê dayikê dixwazin bila herin Kurdistana Îraqê. Demîrtaş got, “Ev der welatê me ye, perçeyeke Kurdistanê ye, em narin ti deran."

Hevserokê BDP li ser piştgirîya hikûmetê ya jibo grubên çekdar jî got, “Eger Tirkîye piştgirî nede, El Nusra, nikare li Rojava hefteyek berxwe bide. Dewlet divê xebatê bike ku agirbestek navbera Kurdan û Cîdahîyan çêbe."

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:20 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG