Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekirê Semînera Tundûtûjîya Ser Jinan


Balyozxana Fransayê ya Tirkîyê di derbarê “Tundûtûjîya Ser Jinan” li Dîyarbekirê semînereke lidar dixe.

Semînera ku du roj ê dewam bike, dadger û polîsên Tirkîye û Fransayê dê li ser vê mijarê tecrubeyên xwe parve bikin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Osman Baydemîr destnîşan kir ji bo têkoşîna dijî tundûtûjîya ser jinan divê tedbîrên îdarî, qanûnî, civakî û aborî bêne girtin.

Di semînerê de herwiha divê derbarê wekhevîya zayendî ya civakî de xebatên perwerdeyê bêne lidarxistin.

Birêz Baydemir jibo kuştina Sakine Cansiz û hevalên wê li Parîsê got “Ew jiber nasnamê xwe hatin kuştin. Kurd li bende ne ku ev bûyer bê ronî kirin û kesên ku kuştinkarî kirine bêne eşkere kirin.”

Balyozê Fransê yê Tirkîyê Laurent Bilî jî destnîşan kir dewleta wan kuştina reşkujîya Parîsê vedikole û ew dixwazin di waxtekî kin de ev bûyer were ronî kirin.

Birêz Bilî destnîşan kir ji sala 2005’ê vir de ye wan plansazîyên mezin kirine di mijara tundûtûjîya ser jinan de û ew piştgirîya bijîjkî û derûnî didine jinan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG