Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Veroj: Îlankirina Kantonan Lozana Duyê ye


Kurdên li Efrînê ragihandina rêvebirîya xwe pîroz dikin
Kurdên li Efrînê ragihandina rêvebirîya xwe pîroz dikin
Li Rojavayê Kurdistanê, 29ê meha yekê de devera Efrînê jî weke kantona sêyê hat îlan kirin.

Lêkolîner û sîyasetvanê Kurd Saît Veroj jibo Dengê Amerîka got “îlankirina kantonan bersîvek bû jibo Kurdên ku beşdarî Cenevre 2 bûn. Jiber ku PYD nehat vexwendin civînê wek Lozana Duyê îlan kirin.”

Saît Veroj dîyar kir Lozana Duyê îlankirina kantonan ya rêvebirîya herêmî ye. Wî îddîa kir ku parvekirina sê perçe ya jibo kantonan tê wateya parçekirina Kurdîstana Rojava.

Veroj herwiha xuya kir ku îlankirina kantonan mesela Kurd ya sîyasî bi meseleyek îdarî ve girê dide û ev yek mesela Kurd wê ber bi çareserîyê ve nebe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:40 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG