Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Bînîcî: El Nusra Dixwaze Tirkîye û YPG Şerî Hev Bikin


Zarokên Kurd li Serêkanîyê futbol dilîzin. Foto: Maf-Dar Serêkanîyê
Di şerê navbera Cepheya el Nusra ya giredayî El Qaydê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de roja Çarşemê pevçûnên mezin qewimîbûn û hinek gule ketibûn alîyê Tirkîyê.

Di encama veguharîna guleyan de, li Serêkanîyê ya navçeya Ruhayê zarokek hatibû kuştin, 2 kes jî birîndar bibûn.

Parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê Ruhayê Îbrahîm Bînîcî got “El Nusra û YPG li Serêkanîyê çer kir. Di wextê vekişînê de El Nusra bi guleyên havanê êrîş bir ser sînorê Trikiyê û qereqolan.”

Birêz Binîcî îddîa kir hêza El Nusra li Sûrîyê kêm bûye û dixwaze Tirkîye û YPG’ê berî hev bide da ku şerek di nav wan de peyda bibe.

Parlamenterê Kurd da zanîn ku 3 endamên El Nusrayê yên ku di pevçûna YPG’ê de hatin kuştin, yek jê ji Erzeromê ye, 2 kes jî ji Edenê ne.

“Ew kes ji alîyê Tirkîyê hatine şandin û birîndarên El Nusra jî li nexweşxaneyên Tirkîyê tên derman kirin.”
XS
SM
MD
LG