Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amsterdam Dibêje Firokên Şer Yên Çînî 'Bi Awayekî Ne Ewle' Nêzî Keştiyeke Wan Bûn


Keştiya HNLMS TROMP
Keştiya HNLMS TROMP

Wezareta Berevaniyê ya Holandayê roja Şemiyê got ku firokeyên şerker yên hêzên esmanî yên Çînî bi awayekî ku "rewşeke ne ewledar çêkir," li derdora "Hêzeke deryayî ya Holandî" firiyan û nêzîkî keştiyeke Holandî li Deryaya Çînê ya Rojhilatî bûn.

Daxuyaniya wezaretê dibêje, gemiya "HNLMS Tromp" ya Hêza Deryayî ya Melikî ya Holendî roja Îniyê di nobedariyê de bû, ji bo piştgirîkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî yên danîna cezayan li ser Koreya Bakur hatine sepandin, dema erka xwe cîbicî dikir balafirên şer yên Çînî çend caran li derdora wê geriyan.

Piştre du balafirên şer yên Çînî û helîkopterek nêzî helîkoptera NH90 ya keştiyê bûn.

Wezaretê her wiha got, "Bûyer li qada hewayî ya navneteweyî qewimî."

Keştiya "Trump" dê qesta Japonya bike û paşî ber bi Hawaii ve here ji bo beşdarîya rahênanên leşkerî yên ku dê li beravên Pasîfîkê" pêk were.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG