Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Çavdêriya Vekişîna Serhildêran ji Hudeyda Yemenê Dike


Neteweyên Yekgirtî dibêje ew çavdêriya vekişandina serhildêran ji sê xalên deryayî yên Yemenê dike piştî ku hikûmetê ew wek pêkenîn anî ziman û red kir.

Serokê erka Neteweyên Yekgirtî ya çavdêriya agirbestê li Hudeyda Michael Lollesgaard dibêje wê çavdêr vekişîna serhildêran roja Sêşemê piştrast bikin.

Serhildêrên Hosî îro Yekşemê got wan dest bi vekişandinê kiriye wek pêgirî bi rêkeftina meha 12an a sala borî.

Herdû aliyan jî erêkiribû ku ji bajarê Hudeyda vekişin, lê hîn nakok in li dor rêvebirina bajêr piştî vekişînê.

Tê zanîn ji sala 2015ê ve koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî hevalbendiya hiukûmeta Yemenê dike li dijî serhildêrên Hosî yên ku Îran piştgiriya wan dike.

XS
SM
MD
LG