Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda 120 Leşkerên Din Dişîne Îraqê


Hikûmeta Hollanda îro Înê ragihand ku ewê bo mîsyona NATO ya li Îraqê 120 leşker 3 helîkopterên Chinook li wî welatî bi cîh bike.

Hollanda meha Tîrmehê jî dîyar kiribû ku ewê serê salê 145 leşkeran li Îraqê bi cîh bike ku ew bicîhkirinên nû li wan têne zêde kirin.

NATO dîyar dike ku mîsyona wê ya li Îraqê rê li ber vegera Dewleta Îslamî (DAIŞ) digire û jibo têkoşîna dijî terorê bi hêzên ewlekarî yên wî welatî re hevkarîyê dike.

Yekîneya nû ya Hollanda ya li Îraqê dê jibo veguhestina xwarin û kelûpelên leşkerî alîkarîyê bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG