Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hondurasê bi Vîrusa Korona Ket


Serokê Hondurasê Juan Orland Hernandez da zanîn ku ew, xanima wî û du şêwirmendên wî bi vîrusa korona ketine.

Juan Orland Hernandez ji medya dewletê re dîyar kir ku nîşanên nexweşîya vîrusa korona hefteya borî li ser wî çêbûne û piştî testa vîrusa korona hatiye piştrast kirin ku ew bi korona ketiye.

Hernandez da zanîn ku ew dê karên xwe yên bo hikûmetê ji dûr ve bimeşîne.

Wî got ku ew li gor mesafeya civakî tevnegerîyaye û bang li gel kir ku bala xwe bidin ser wê mesafeyê.

XS
SM
MD
LG