Hemî firînên esmanî yên ji firîngeha navnetewî ya Hong Kong'ê, jibo rojê duyê ya serhev tên betal kirin, piştî ku xwepêşanderên demokrasîxwaz careke din termînala serekî ya fîrîngehê xist bin kontrola xwe.
Biryara betalkirinê ya rêvebirîya firîngehê, çend deqe piştî astengkirina rêwîyan ya ji ketina nav qadên firînên derketinê hat ku xwepêşander nehêştibûn ku kesek têkeve wê derê û bang li gel kiribûn ku firîngehê bi kar neyînin.
Firokexaneya Hong Kong'ê ku yek jî mezintirîn firîngehê cîhanê ye, rojên dijwar derbaz dike û bi deh hezaran rêwî li wê derê asê mane.
Hin rêwîyên tore û nerazî bi xwepêşandaran re ketin pevçûnan ku çima nahêlin ew xwe bigehînin fîrinên xwe.
Hong Kong, ku herêmeke girêdayî Çînê ye, ji du mehên borî vir ve dibe qada xwpêşandanên girseyî yên dijî desthilata Çînê ku daxwaza demokrasî û pirtir mafan dikin.
Di maytekirina hêzên ewlekarîyê ya roja Duşemê de bi dehan xwepêşander hatibûn birîndar kirin, piştî ku polîsan bi gazên îsotê û guleyên nekujier êrîşî xwepêşandaran kiribûn.