Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hong Kong Hişyarî Dide ku Pêketîyên Korona Dikarin Careke Din bi Wê Nexweşîyê Bikevin


Pisporên Hong Kongê bi lêkolînekê ragihandin ku nexweşekî ku berê bi vîrusa korona ketiye, piştî bi qasî pênc mehan careke din bi wê nexweşîyê ketiye.

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hong Kongê dîyar kirin ku wan ew pêketina du caran li ser mêrekî 33 salî tespît kiriye.

Li gor lêkolînê, cureya vîrusa korona ya ku di meha Nîsan û meha Tebaxê de bi wî mêrê 33 salî ketiye, ‘’bi awayekî eşkere’’ cuda ye.

‘’Hin kes dibêjin ku laşên nexweşên vîrusa korona dijî enfeksîyona nû sîstema berevanîyê xurt dikin, lê hin delîl raber dikin ku antîkorên hin nexweşan piştî çend mehan kêm dibin.’’ di lêkolînê de hat nivîsîn.

Lêkolîn dide zanîn ku vîrusa korona dê wek grîp û tayê bidome.

Yek ji nivîskarên lêkolînê Doktor Kai Wang dîyar kir ku tevî ew îspata wan jî divê xebatên bo perpûna vîrusa korona bidomin û got ku dibe ku berevanîya bi perpûnê çêdibe ji berevanîya xwezayî ya laş cudatir be.

Pisporên saxlemîyê dibêjin ku divê kesên ku bi vîrusa korona ketine û dûre rind bûne karanîna maskan bidomînin û li gor mesafeya civakî tevbigerin.

XS
SM
MD
LG