Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hong Kongê Malperek ku Piştgirîya Demokrasîyê Dike Hat Girtin


Malperek ku li Hong Kongê piştgirîya demokrasîyê dike roja Çarşemê hate girtin piştî ku polîs avêtin ser ofîsa wê û şeş edîtor û endamên desteya niha û berê girtin.

Girtina ofîsê berdewamiya tepeserkirina muxalefetê ya li bajarê nîv-xweser yê Çînê nîşan dide.

Stand News di daxuyaniyekê de ragihand ku malpera wê û platformên wê yên medyaya civakî êdî nayên nûvekirin û dê bêne daxistin. Hat gotin ku hemû xebatkarên wê ji kar hatine derxistin.

Ev der yek ji wan dengên rexnegir ên paşîn ên mayî bû li Hong Kongê piştî girtina rojnameya Apple Daily, ya ku piştî ku weşangerê wê, Jimmy Lai, û edîtorên payebilind hatin girtin û mal û milkên wê hatin cemidandin.

Polîsan serê sibê avêtin ser ofîsa Stand News piştî ku şeş kes girtin, di nav de stranbêj û çalakvana navdar Denise Ho, endama berê ya komîteyê, bi tawana komploya weşandina weşanek serhildanê.

Li gor Qanûna Ewlekariya Neteweyî ya ku sala borî hatibû derxistin, fermanek ji bo desteserkirina materyalên rojnamevanî yên têkildar hebû. Şeş kes di bin qanûnek sûc de hatin girtin ku ji rojên Hong Kongê ya koloniya Brîtanî maye. Ew kesên ku hatine girtine dibe ku 2 salên cezaya girtine wergirin.

XS
SM
MD
LG