Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hong Kong jiber Korona Hilbijratinên Parlamanê bo Salekê Paş Dixe


Rêbera Hong Kongê Carrie Lam îro Înê ragihand ku hikûmet dê jiber rewşa xirab ya vîrusa korona, hilbijrtinên parlamanê jibo salekê paş bixe.

“Hikûmeta Hong Kongê qanûna rewşên awarte bi kar tîne ku hilbijartinan paş bixe. Hikûmeta Çînê jî piştgirî dide biryara me ku em hilbijartinan di 5’ê Îlonê ya 2021’ê bikin,” Lam got.

Wê got ku biraya paşxistina hilbijartinan biryara wê ya herî dijwar e ku wê di çend mehên borî de daye.

“Divê em dadmendî, ewlehîya civakî û bijûnîya gel misoger bikin û bingeheke xurt ava bikin ku hilbijartinên rewa, şefaf û bêalî werin kirin.”

Çavdêrên sîyasî paşxistina hilbijartinan wek kulmeke li dijî demokrasîya Hong Kongê dibînin jiber ku opozîsyona demokrasîxwaz dixwest hers û nerazîbûnên xurt yên dijî rêvebirîya Pekînê vegerîne destektinên sîyasî.

22 qanûndanerên rikeber bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand û hikûmet tawanbar kir ku dixwaze krîza vîrusa korona wek bahane bi kar têne ku ji hilbijartinan bireve.

XS
SM
MD
LG