Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hopkins: Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 500 Hezar Kes Kuştine


Zanîngeha Johns Hopkinsê ragidihîne ku li Amerîka hejmara kesên jiber vîrusa korona canên xwe ji dest dane ji 500 hezarî borîye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê Amerîka 500,159 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.

Ji nav eyaletên Amerîka, California bi 49,444 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 46,924 mirinan New York, li dû wê jî bi 42,297 mirinan Teksas tê.

Amerîka bi pêketinên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 28 mîlyon e.

Vîrusa korona cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê navê vîrusa wê şewbê di Sibata 2020’an de kiribû ‘’COVID-19’’

Amerîka di dawîya Sibata 2020’an de mirina pêşî ya ji vîrusa korona ragihandibû.

XS
SM
MD
LG