Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johns Hopkins: Li Amerîka Hejmara Pêketîyên Korona ji 30 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka ji 30 mîlyonî borî.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê Amerîka 30,010,933 kes bi vîrusa korona ketine.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Amerîka 545,281 kes kuştine.

Amerîka bi van hejmarên pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Vîrusa korona ya cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin, li Amerîka jî cara ewil di Rêbendana 2020’an de hatibû dîtin.

Serokê berê Serok Donald Trump jiber ‘’xemsarî’’ya ser tedbîrên dijî vîrusa korona dihat rexne kirin, lê Serok Joe Biden hewil dide ku bala Amerîkîyan bide ser karanîna mask û vaksînanan.

Biden gotibû ku ewê di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de 100 mîlyon vaksîn bikar bînin ku wî di rojên borî de dîyar kiribû ku ew berî 100 roj temam bibin gihiştine armanca xwe.

XS
SM
MD
LG