Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hopkins: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 94 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 94 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 94,501,892 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîya pirtir ji 23,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 8,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê heta niha pirtir ji 2 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 395,851 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 209,296 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 97,776 kes bi vîrusa korona ketine û 4,797 kes bi wê mirine.

Hêjayî bîrxistinê ye, tîmeke navneteweyî ya pisporan ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî (WH0) di rojên borî de bo lêkolînên ser destpêka şewba vîrusa korona derbazî Çînê bûbûn.

XS
SM
MD
LG