Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasên Dîlên Îsraîlî Hewil Didin ku Derbazî Gaza Bibin


Malbatên dîlên Îsraîlî yên li Kerta Gaza têne girtin îro Pêncşemê li nêzî sînor jibo protestoyê meşîn û jibo berdana dîlan banga lihevkirinê kirin.

Wan nasên dîlên Îsraîlê li cîhekê hewil dan ku derbazî herêma beravê bibin.

Hin nasên 107 dîlên li Gaza di destê çekdarên Filîstînî de ne, di destan de wêneyên dîlan û li ser tîşortên bi boyaxa sor li başûr Îsraîlê, İ Nirim Kibbutzunda ya 2 kîlometreyan dûrî sînor kom bûn.

Wan bi hoparlarên berê wan li sînorê Gaza bûn peyamên piştgirî û hezkirinê dan.

Jon Polin, ku kurê wî Hersh Goldberg-Polin dîl hatiye girtin, bi mîkrofonê got ‘’Hersh, ez dada.’’

‘’Divê hûn zanibin, divê hûn 107 kes jî zanibin ku, ne bi tenê malbatên we yên li vir û ne bi tenê 9 mîlyon hemwelatîyên vî welatî, lê mirovên li seranserê cîhanê jibo we têkoşînê dikin.’’

Dîya wî Rachel Goldberg jî bi mîkrofonê got ku ew ji wî hez dikin û divê ew li ser xwe, li jîyanê bimîne.


Di protestoyê de hîn xwenîşander belav bûn û ber bi sînorê Gaza ve revîn.

Eyal Kalderon, ku xwarzîyê wî Ofer rehîne ye, got ku ew diçin ku dîlan vegerînin welatê wan.

Berî ew bigihîjin sînor, polîsên Îsraîlê ew sekinadin û ji wan re gotin ku ew wisa dikarin bibin hedefên çekdarên Filîstînî.

Nirim, yek ji wan cîhan bû ku Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biribû ser.

Îsraîl dide zanîn ku çekdarên bi rêberîya Hamasê wê rojê 1200 Îsraîlî û bîyan kuştin û bi qasî 250 dîl revandin.

Artêşa Îsraîlê ji wê demê vir ve li Gaza operasyoneke berfireh dimeşîne.

Karbidestên saxlemî yên Filîstînî dibêjin ku hema bêje tevahîya Gazayîyan ji malên xwe derketine û di êrîşan de bi kêmî ve 40,000 kes canê xwe ji dest dane.

Îsraîl dide zann ku hêzên wê bi qasî 17,000 çekdar kuştine.

Hewildanên navneteweyî yên jibo agirbesta Gaza û berdana dîlan hîn bi ser neketine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG